Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e 2020-06-18 14:37:34   ÎZMÎR - Baroya Îzmirê têkildarî hilweşîna konên Romenan ên ku Şaredariya Çeşme ji cihê wan rakirin, daxuyanî da. Baroyê anî ziman ku xerakirina çadirên Romenan binpêkirina mafan e.    Baroya Îzmirê der barê hilweşxîna çadirên Romenan ên ku Şaredariya Çeşme ya Îzmirê ji cihê wan rakirin, daxuyanî da. Şaredariyê di 16'ê Hezîranê de çadirên ku welatiyên Romen lê dijîn  hilweşandibû. Baroya Îzmirê têkildarî mijarê daxuyanî da. Baroyê anî ziman ku hilweşîna çadirên Romenan binpêkirina mafan e û wiha got: "Welatiyên Romen bi karê xurdevanî û kaxizan debara xwe dikin. Di şertên giran de dijîn. Mafê welatiyên Romen bi awayekî ciddî tê binpêkirin. Yek ji erka rêveberiya herêmî ewe ku hemû pêdiviyên welatiyan ên bingehîn wêşwazî bike. Divê ji welatîyên betal û bê mal re kar û mal bibîne. Em dixwazin ku mafê zarokan biparêze û mexdûriyeta wan a perqerdehiyê bê parastin."