OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye 2020-06-18 14:14:18 AMED - OHD'ê bertek nîşanî operasyonên dersînor a li dijî Herêma Federe a Kurdistane da û got: "Çareserî ne şer e, aştî ye. Divê îqtîdara siyasî li gorî civaka demokratîk, hiqûqa navneteweyî bi tevlêbûnek demokratîk pirsgirêkan çareser bike."     Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), operasyona eskerî ya TSK’ê ku li dijî herêma Federe a Kurdistanê daye despê kirin rexne kir. Navenda OHD'ê daxuyaniyek nivîskî parve kir û xwest îqtîdara siyasî li şûna şer bi rêyên aştî, demokrasî û diyalogê pirsgirêkan çareser bike. OHD'ê bal kişand ser pêvajoya 2013'an û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP-MHP'ê dîsa polîtîkayên şer û ewlehiyê xistine meriyetê. Heta niha operasyonên bi navê “Mertalên Firatê", "Tevgera Kaniya Aştiyê" "Tevgerên Pençe-1-2-3 û gelek operasyonên din meşandin. Zêdeyî 2 salin bi Başurê Kurdistanê operasyon didomin. Şer û dagirkeriya li herêmê, bi xwe re hêrz, bêzarî zêde kiriye. Ji ber van operasyonan bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di bin navê ‘Operasyona Pençe-Kaplan" de dîsa li diji Axa Başûrê Kürdistanê kevgera dagirkeriyê daye destpêkirin. Kampa Maxmûrê û Şengal ku di qada navneteweyî de xwedî statuyek taybet e hatin bombekirin. Qadên ku Kurd lê dijîn tên bombekirin. Gelê herêmê ku bi salan e di bin  zextên DAİŞ'ê de bûn, niha di bin êrîşên topbaran û balafirên şer dene."    Komeleyê herî dawî xwest li şûna şer aştiyê pêş bixin û wiha got: "Em weki Komelmeya Hiqûqnasên Ji Bo Aştiyê, dibêjin; "Ne şer û mirin, divê em di aştî û diyagê de israr bikin. Îqtîdara siyasî divê vê siyaseta şer û aloziyê berde. Li şûna wê divê li gorî civaka demokratîk, hiqûqa navneteweyî bi tevlêbûnek demokratîk pirsgirêkan çareser bike. Ne şer, hema niha aştî."