Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî 2020-06-18 13:00:22   AMED – Dadgeha herêmî tevî biryara Dadgeha Îstînafê ku cezayê li hunermend Azad Bedran hatibû birîn û xera kiribû jî bi îdiaya “paropaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh ceza lê birî.    Hunermendê kurd Azad Bedran li ser destûra Wezareta Çandê ku bandrol dabûyê klîba strana “Partîzan” kişandibû û belav kiribû. Her wiha Bedran li gelek şahî û çalakiyan stran gotin û di medya civakî de belav kir. Bi îdiaya ku Bedran “propaganda rêxistinê kiriye” Dadgeha Amedê lê doz vekir. Danişîna dozê îro li hat lidarxistin. Bedran beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Soran Haldî Mizrak amade bû. Beriya niha Dadgeha Amedê ceza li Bedran birîbû û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Îro dîsa doz hat lidarxistin û dozger xwest ji ber parvekirinên medya civakî û stranên Bedran ceza were birîn.    Parêzer Mizrak parastina miwekîlê xwe kir û xwest were beratkirin. Tevî vê yekê jî dadgehê biryara dozger pejirand û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Bedran birî.    Parêzer Mizrak got ew ê li dijî biryara dadgehê îtîraz bikin.