‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’ 2020-06-18 12:55:06 AMED - Rêveberên partiyê yên beşdarî “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya HDP’ê bûn, diyar kirin çalakiya wan ji bo gelane û gotin: “Ev meşa me daxwaza hemû welatiyan bû û yek ji pêngavên têkoşîna me ye.”  “Meşa demokratîk a li dijî darbeyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aliyê wê yê Colemêrgê ya ber bi Enqerê ve dabû dest pê kirin, piştî Wan, Tetwan, Bedlîs û Êlihê gehişt Amedê. HDP’iyên zextên li ser rêveberên partiyê û astengkirina meşê nirxandin, diyar kirin ku kêf, coş û motivasyona pir başe û dest nîşan kirin ku wê di pêvajoya pêş de jî meşa wan dewam bike.   ‘KÊF Û ÇOŞA ME BAŞE’   Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner, anî ziman ku ew ji bo aştî û demokrasiyê hatin Amedê û wiha axivî: “Dema em hatin Amedê em rastî gelek astengiyan hatin. Em bi rejîma ku dixwaze pêşiya demokrasiyê bigirin re rû bi rû ne. Lê ev rewş wê tu darî nekare pêşiya me bigire. Ji ber ku ev meşa me ya demokrasiyê ne tenê ji bo Kurdistanê ye, di heman demê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîne. Desthilatedariya faşîst a AKP û MHP’ê bi awayekê pir dijwar êrîşî jin û ciwanan dike. Me li dijî vê dest bi meşa demokrasiyê kir. Ji ber vê em pir keyfxweş û bi coşin. Şandeya meşê wê di 19’ê hezîranê de, di Rihayê re derbas bibe. Ji bo vê em amadene. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku xwedî vê meşê derkevin.”   ‘EM BI RIHÊ CIWANTÎ LI BER XWE DIDIN’   Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yılmaz Uzûn jî, bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê û wiha got: “Hewldanên ku xebatên partiyê krîmînalîze bikin hene. Tirsekê desthilatdariyê heye. Ji ber ku em vê tirsê dibînin, em jî di berxwedana xwe de israr dikin. Çi dibe bila bibe  emê meşa xwe temam bikin. Emê ji bo welat  demokrasiyê û ji bo Kurdistanê jî azadiyê bînin. Em bi rihê ciwantiyê sekna xwe nîşan didin. Em bang li ciwanên şoreşgter ên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê. Bila xwedî nirxên xwe derkevin û axa xwe biparêzin.”   ‘EMÊ MEŞA XWE DEWAM BIKIN’   Hevseroka HDP’ê ya Curnê Reş Çigdem Karakeçîlî jî, dest nîşan kir ku ewê bi meşa xwe demokrasî û hiqûqê bînin welat û ev peyam da: “Piştî Amedê emê derbasî Rihayê bibin. Ji Rihayê jî emê berê xwe bidin Enqerê. Meşa me teqez wê bi gihêje armanca xwe. Tevlîbûnek pir zêde heye. Ligel astengiyên polîsan jî welatî bi coşek mezin me pêşwazî dikin. Em di wê hêviyê dene ku ev pêşwazîkirina gel wê zêdetir bibe.”   ‘EM JI BO DAXWAZA WELATIYAN BANG DIKIN’   Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz jî, da zanîn ku ew hêza wan a ku pergala desthilatdariya AKP û MHP’ê biguherîn in heye û wiha banga tevlîbûna meşê kir: “Di şevekê de parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari betal kirin. Berê jî gelek hevalên me di pêvajoyek wiha re derbas bûn. Ji bo vê biryara meşê hat girtin. Meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo daxwaze hemû welatiyane û pêngaveke têkoşîna me ye. Emê heya dawiyê vê meşa xwe dewam bikin û em dizanîn ku di dawiya dawî de jî emê qezenc bikin.”