Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin 2020-06-18 11:11:09 ENQERE - Doç. Dr. Tezcan Durna, ambargoya çapemeniyê ya li ser HDP'ê û helwesta çapemeniya îqtîdarê ya li dijî HDP'ê nirxand û got: “Li Tirkiyeyê bijarteka bi tenê ya ku yek zilamî diyar kiriye esas digirin. Yek zilam çi hilbijêre medya îqtîdarê jî wê esas digirin. Lê divê her rojnameger ji bo xwe rastiyê bikin pîvan û esas."  Ambargo û sansura çapemeniyê ya li dijî HDP'ê û rêveberên HDP'ê didome. Piştî pêşkêşvana Haberturkê Didem Arslan Yılmaz got “Ev ne televîzyona cemaweriyê ye. Ev sektorek taybet e. Ev hilbijartinek e." û sedema çima bang li HDP’ê nekirine got. Piştî vê yekê ambargoya medya hawiz û îqtîdarê ku ji sala 2015'an a li dijî HDP'ê bû mijara niqaşê. Têkildarî niqaşan û sedema ambargoyê Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê û Akademîsyenê Aştiyê Doç. Dr. Tezcan Durna nirxandin kir. Turna, bal kişand ser rojnamegeriya kesên îdîa dikin ku rojnameger in û wiha got: "Ev kesana li şûna li pey rastiyan birevin, li gorî daxwaz û berjewendiyên patronan rojnamegeriyê dikin. Divê tişta ku rojnameger ji bo xwe bikin rêgez û pîvan ew jî şopandina rastiyan û lêgerîna rastiyê ye.    Durna, anî ziman ku li cîhanê piştî salên 1970’an û li Tirkiyeyê jî piştî salên 80’yî pergala polîtîkayên neo-liberal heye û wiha got: "Piştî vê pergalê di weşangerî û rojnamegeriyê de guhertinek mezin çêbû. Bi taybetî medya girseyî pêş ket. Niqaşên ‘Rojnamegerî bazirganî ye, an jî xebatên cemaweriyê ye?' demek dirêj e didome. Çapemenî hêzek cemaweriyê ye. Erka wê gel ji rastî û geşedanan agahdar bike. Niha niqaşên tên kirin jî li ser reşwa HDP'ê ye. HDP'ê piştî parlamenteriya wekîlên wan hatin betalkirin û endam û rêveberên wan tên girtin, li dijî vê darbeya siyasî ji bo dengê xwe bilind bikin û hestiyariyekê ava bikin, dest bi meşek wisa kirine. Lê medya li Tirkiyeyê demek dirêj e bi mudaxaleya navendî tê birêvebirin. Hola ku HDP lê tune be, hin mirovan kom dikin û li ser HDP'ê di axivin. Hewl didin ku spekulasyonan pêş bixin. 'Weşangeriya bazirganiyê ya cemaweriyê' li vir ser rastiyan bincil dike."    'DI RÊGEZÊN GERDÛNÎ DE TARÎFA VÊ YEKÊ TUNE YE'     Tezcan Durna, têkildarî sekna medya hawiz jî axivî û got: "Ne tenê Haberturk, pirsgirêka bingehîn a medya bazirganî û endustriyelê, li gorî pîvan, sinc û rêgezên pişeya rojnamegeriyê tev nagerin. Li dijî vê yekê divê mirov nebêje 'Ev der Tirkiye ye, wisa hatiye dê wisa biçe' Divê mirov bi şid di rastiyan de israr bike. Divê mirov bi israr şaşî kêmasî bê sincî û wê wîcdaniya wan li ruyê wan bixe. Di niqaşan de HDP ku 6 milyon deng stendine tune ye. Partiyek ku tenê yek deng jî stendibe muameleyek wisa heq nakin. Em dest ji wekheviyê berdin. Hûn der barê wan de hefteyê 2 - 5 saet bernameyê çêdike. Lê bi tu awayekî yek kesî beşdarî bernameyê nake. Di tu pîvan û rêgezên gerdûnî de tarîfa vê yekê tune ye."      'SIBÊ ÎQTÎDAR Û KURD LI HEV BÊN DÊ BIREVIN BIÇIN PÊŞIYA HDP'ÎYAN'     Dûrna, bal kişand ser têkiliyên navbera medya û îqtîdarê û wiha berdewam kir: "Sibê du sibê eger îqtîdar bi Kurdan re li hev bê, vê carê Haberturk, CNN Turk û yê din wê bi rev biçin pêşiya HDP’yan. Li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên bingehîn wêdetir tecrîha yek zilamî esas digirin. Mesele ne ku kî pere bide li defa wan dixin. Ger ku ji dil bawer neke kes nikare bi zorê pê bide kirin. Li Tirkiyeyê gelek şîrketên medyayê li gelek qadan xebatê dikin. Kaniya pereyê van şîrketan di destê îqtîdarê de ye. Ziravê wan ji patronan diqutife. Kesên îdîa dikin ku pîşeyê rojnamegeriyê dikin, pir aşkere ye ku ji rol û mîsyona rojnamegeriyê pir dûr in. Rastî tenê yek e. Rastî ne dudu ne. Diz û tecawizkar an heye an tune ye. Lê ev rojnamger li şûna rastiya diz û tecawizkar ronî bikin kirinên wan rewa dikin. Tu kesî di ser xwe re nabînin:"    'DIVÊ HER ROJMAGER RASTIYÊ JI BO XWE ESAS BIGIRE'    Durna, herî dawî xwest hem rojnamegerên îqtîdarê û hem jî rojnamegerên muxalif her çend li gorî bîrdoziyekê weşanê bikin jî divê her tim ji bo xwe rastiyê esas bigirin û li gorî rastiyan gavan bavêjin.    MA / Zemo Aggoz