Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin 2020-06-18 10:36:27 WAN –  Şahidên bûyera ku li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê pêk hat û têde Erhan Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû, vegotin. Di 14’ê Hezîranê de li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve gule li welatiyên bi navê Erhan Gorur û Saîm Gorur hatin reşandin. Di bûyerê de Erhan Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yilmaz jî bi giranî birîndar bû. Gundiyên Qaşqolê ku şahidiya bûyerê kiribûn, ji ber ewlehiyê bi şertê ku navê wan veşarî bimîne, bûyerê vegotin.    TENÊ JI BO ÇIXARÊ    Welatiyan, diyar kir ku di 13’ê hezîranê de saet derdora 23.00’an Gorur û Yilmaz bi çend kesan re ji bo kirîna çixareyên qaçax çûne herêma sînor a di navbera gundê Qaşkol û Qiratiyê ku ji aliyê qaçaxçiyan ve çixare ji Îranê tên wir. Welatiyan, da zanîn ku di heman şevê de saet derdora 01.00’an Saîm Yilmaz li keyayê gundê Qaşqolê geriyaye û gotiye ku leşker gule li wan direşînin û birîndar bûye.   LEŞKER REVIYANE   Welatiyên, bi lêv kir ku piştî bûyerê bihîstine çûne cihê bûyerê û destpêkê Yilmaz birîndar dîtine û wiha got: “Dema em çûn cem Saîm Yilmaz, leşker li cem bûn. Dema ku me pirsa Erhan Gorur kir, leşkeran ji me re got ku ‘yek jê reviya’. Saîm Yilmaz jî ji me re got ku 200 metre dûrî wî ye. Li ser vê yekê em lê geriyan û me cenazeyê wî dît. Dema ku cenazeyê Erhan Gorur dît 2 leşker li ser cenazeyê wî bûn. Lê piştî ku me dîtin reviyan.”    BIRÎNA 4 GULEYAN   Di berdewamê de welatiyan, destnîşan kir ku 2 gule li zikê wî 2 gule jî li pişt û piyên Erhan Gorur ketine û ev tişt anîn ziman: “Me cenaze girt û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Me hewl da ku Saîm Yilmaz ê birîndar jî bibin nexweşxaneyê, lê leşkeran destûr neda me. Ji ber vê sedemê di navbera me û leşkeran de nîqaş derket. Piştî ku me Saîm Yilmaz anî gund, ambûlansê hat wî bir nexweşxaneyê.”    YILMAZ HÊ JÎ DI BEŞA LÊNÊRÎNA ZÊDE DE YE   Tedawiya Yilmaz a li beşa lênêrîna zêde ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê didome. Cenazeyê Gorur di heman rojê de li taxa Îskele ya Tûşbayê hat veşartin.    SERÎ LI ÎHD’Ê DA   Dayika Gorur Sidika Gorur jî da zanîn ku li gel ku bi ser kuştina kurê wê de 5 roj derbas bûne jî ji wan re tu daxuyanî nehatiye dayîn û ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê da.    BANGA LI RAYA GIŞTÎ   Sidika Gorur, anî ziman ku 2 jê berasteng bi giştî 7 zarokên xwe dinêre û bang li raya giştî kir ku bibine şopînerê bûyerê.    MA / Cemîl Ûgûr