Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 2020-06-17 21:26:40   ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Cûdiyê ya navçeya Silopiyayê di wesayîteke sotemeniyê teqiya. Di teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.    Li herêma Çiyayê Cûdiyê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayşteke sotemeniyê teqiya. Nehat zanîn wesayît ji ber çi teqiyaye.    Walîtiya Şirnexê jî der barê teqînê de daxuyaniyek da. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku saet li dor 18.35'an de pîqabeke sivîl ku sotemenî ji makîneyên karî yên li mewkiya Kurtik Tepeyê rê çêdikin dibir teqînek çêbûye û 4 kesên di pîqabê de jiyana xwe ji dest dane.