HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin 2020-06-17 16:10:59   MÊRDÎN – HDP’iyên ku xwestin ji bo pêşwazîkirina meşvanên demokrasiyê ji Mêrdînê biçin Amedê ji aliyê polisan ve bi hinceta vîrûsa koronayê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku derbasî Amedê bibin.    HDP’iyên ku xwestin ji bo pêşwazîkirina meşvanên demokrasiyê ji Mêrdîn û navçeyên wê biçin Amedê, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. HDP’iyên ku ji navçeyên Midyad, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û navçeyên din derketin rê, li nuqteya kontrolê ya polisan a li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê de hatin rawestandin. Bi hinceta vîrûsa koronayê destûr ji derketina wan a ji bajar re nehat dayîn. Polisan derbarê astengkirinê de tu belgeyeke fermînedan HDP’iyan.   AVAHIYA HDP’Ê DI DORPÊÇÊ DE YE    Rêxistina HDP’ê ya Bajar jî ji saetên serê sibehê ve bi maşîneyên zirxî di dorpêça polisan de ye. Polis, derbasî avahiya HDP’ê bûn û ji Hevserokê HDP’ê yê Bajar Salih Kûday re ragihandin ku bi heman sedema dê destûr nedin wan ku ji bajar derkevin. Li gel vê yekê jî HDP’î ji avahî derketin û ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û hat gotin ku wê destûr neyê dayîn ku daxuyanî bê dayîn. HDPO’iyan, diyar kir ku di bernameya wan de daxuyanî tuneye û bi wesayîtên xwe derketin rê. Lê pêşiya HDP’iyan li nuqteya kontrolê ya polisan a li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê dîsa hat birîn.    ASTENGKIRINA KORSANVARÎ   Li ser vê yekê HDP’î vegeriyan bajar. Hevserokê Bajar Kûday, li avahiya partiya xwe derbarê mijarê de axivî. Kûday, diyar kir ku derketina wan a ji bajar bi awayekî “korsanvarî” hatiye hatiye astengkirin û wiha got: “Li gel astengkirina bêyî hinceteke hiqûqî jî dê meşa partiya me wê bidome.”