Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê 2020-06-17 14:44:26   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî "Meşa demokrasiyê" ya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku demokrasî daxwaza wan a hevpar e.   "Meşa demokrasiye ya li dijî darbeyê" ku HDP ji Edîrne û Colemêrge ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin dewam dike. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî "Meşa demokrasiyê" ya HDP’ê li Şaxa 1'emîn a Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ku pêkhateyên Platformê ne beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajar a Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Dogan Hatûn ve hat xwendin.   Dogan anî ziman ku ew di demên dawîn de bi pêvajoyeke dijhiqûqî re rûbirû ne û got: "Bi sererastkirin û darbeyên sîvîl erka waliyan zêde kirin û bi wî awayî waliyên xwe ji kesên bijartî pêşdetir kirin. Her wiha gava baroyan, rêxistinên kedkar û sendikayan desthilatdarî ji bo polîtîkayên wan ên antî demokratÎk rexne kirin jî hatin hedefgirtin. Deshilatdarî tenê dixwaze dengê wan bê û dengê kesên muxalîf qut dike.  Em vê qebûl nakin."    Dogan bal kişand ser meşa HDP'ê û got: “Bi fermana hikûmetê walî hemû bajêr dorpêç kir û bi wî awayî di çalakiyan de dîmenên wekî yên darbeyê derketin holê. Wan tenê li dijî partiyekê darbe pêk neaniyê di heman demê de li dijî kedkar û karkeran jî darbe hatiye kirin û tê xwestin ku bi şikandina vînê re pergala xwe bi rêve bibin.”