Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan 2020-06-17 14:05:05   AMED – Derbarê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn.    Di sala 2019’an de bi biryara Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Piştre jî Bûlûttekîn hatibû girtin û derbarê wê de bi hinceta  “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza cezayê di navbera 7 sal û 15 salan de doz li hatibû vekirin. Duyemîn daneşîna doza ku li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Bûlûttekîn hatibû vekirin, hat dîtin.    Bûlûttekîn, ji Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê kul ê girtî ye, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû. Parêzerên Bûlûttekîn Cîhan Aydin, Sertaç Bûlûttekîn û Sûzan Akîpa jî li daneşînê amade bûn.   Di daneşînê de dadgehê biryara berdana Hevşaredar Bûlûttekîn da.