Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye 2020-06-17 13:23:17   STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di baskê “Meşa Demokrasiyê” ya Edîrne de cih digire EMEP’ê ziyaret kir. Bûldan got “Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye.”    “Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeye” ya HDP’ê ku ji Edîrne û Colemêrgê da destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Baskê meşa Edîrne li Stenbolê serdanê xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û şandeya li gel wê di çarçoveya serdanên meşê de serdana Partiya Kedê (EMEP) kir. Parlamenter Sezaî Temellî û Fatma Kûrtûlan û endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Erdem jî di serdanê de amade bûn. Hevdîtin li buroya EMEP’ê ya Bakirkoyê pêk hat. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Cîgirê Seroka Giştî Abdullah Levnet  Tuzel û seroka EMEP’a Stenbolê şandeya HDP’ê pêşwazî kirin.    ‘ME LI CEM HDP’Ê NE’     Piştî sohbetek kin a li ser pêya daxuyanî hatin dayîn. Seroka Giştî ay EMEP’ê Selma Gurkan bal kişand ser meşa HDP’ê û da zanîn ku meşa demokrasiyê gelek girîng e û ew wek partî di vê pêvajoyê de li cem HDP’ê ne. Gurkan got zextên li dijî HDP’ê ji ber pirsgirêka kurd çareser nabe rû didin û êriş tenê ne li HDP’ê ne li dijî hemû hêzên demokrasiyê ne. Gurkan got daxwazên meşê wê pêşiya demokratîkkirina Tirkiyê veke.    BÛLDAN: ME PEYAMÊN GIRÎNG DAN    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya vî welatî bi aştiyê, demokrasiyê û azadiyê heye û wan li bajarên semobolîk peyamên girîng dane. Bûldan diyar kir ku meşên wan ji her du bajaran peyamên girîng dide îradeya siyasî û xwestine bi van meşan bêhnê fetisî vekin û pêvajoya têkoşîne bidin destpêkirin.   ‘CIVAKÊ BÊDENG DIKIN’    Bûldan destnîşan kir ku îqtîdara welat birêve dibe ji bilî xwe tu deng û rengên din û muxalîfan naxwaze û dixwaze tevahiya civakê bêdeng bike. Bûldan got ew şertên niha Tirkiye têde derbas dibe baş dizanin û heta aştî neyê ser axa vî welatî dê tu tiştek çareser nebe.    BERSIV DA ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê    Bûldan bersiva êrişên medya îqtîdarê ya li dijî partiya xwe da û got: “Meşa me ya demokrasiyê li hemû televîzyonan tê nîqaşkirin. Tê gotin meşa bi armanca provokasyonê tê kirin. Duh rojnamegerek derketiye dibêje ‘HDP û pirsgirêka kurd nîne.’ Em vî zimanî û zîhniyetê baş nas dikin. 90 sal in tu encam ji vê zîhniyetê derneket. Bêyî HDP’iyan HDP’ê li ser şaşeyên  televîzyonên xwe temaşe dikin. Heke aştî û demorkasî were vî welatî jî wê HDP bîne. Heke li vî welatî çareseriyek jî pêk were wê HDP vê çareseriyê bîne. Li vî welatî partiyek li dijî hemû zextan sekiniye heye û navê vê partiyê jî HDP ye.”    Piştî daxuyaniyê serdan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.