Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn 2020-06-17 13:15:50   AMED – Bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medya civakî “Propagandaya Rêxistinê” kiriye, salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer hat birîn.    Bi hinceta ku, di navbera salên 2013 û 2016’an de, li ser hesabê xwe yê medya civakî “Propagandaya Rêxistinê” kiriye, beriya niha doz li Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer hatibû vekirin. 3’emîn daneşîna doza Canozer li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    PARÊZER PARASTIN KIR   Canozer tevlî daneşînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr li daneşînê amade bû. Dozgerê dozê, di daneşînê de mutalaaya xwe ya ku beriya niha jî têde ceza dixwest, dubare kir. Parêzer Tamûr, diyar kir ku tevlî mutalaayê nabin û got ku bêyî ku guman hebe lêpirsîn hatiye destpêkirin û xwest ku muwekîla wî bê berdan.   CEZA BIRÎN   Piştî vê daxwazê heyeta dadgehê navber da dadgehê. Piştî navberê heyeta dadgehê, bi hinceta ku parvekirin û ecibandinên Canozer de “Propagandaya Rêxistinê” hatiye kirin salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Canozer birî.