Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî 2020-06-17 11:40:37   AMED – Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksî birî.    Danişîna doza Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) Lutfu Baksi li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Baksî ku serbest dihat darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzera Baksî Ferîde Laçîn tev li danişînê bû û parastin kir. Heyeta dadgehê jî bi hinceta ketiye avahiya KCD'ê û derketiye bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê " li Baksî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.