Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin 2020-06-17 11:33:21   SEMSÛR – Ji ber HES’a ku li ser Çemê Kolikê hatiye çêkirin, her sal bi hezaran masî dema ku hêkên xwe datînin reqê çem dimirin.    Li navçeya Kolik a Semsûrê, Santrala Hîdroelektrîkê ya Karakûşê (HES) ku li gel hemû bertekên gelên herêmê li ser Çemê Kolikê hat çêkirin, çemê ku gel ji bo soberî û seyranê diçûyê û pê avdanî dihat kirin, aniye asta ziwabûnê. HES, ji bo zînmdewarên ku l çem dijîn jî bûye gef.   Masî ji bo datîna hêkên xwe cihê bilind û qeraxê çem ji xwe re guncav dibînin. Weke her sal, îsal jî masî ji bo hêkên xwe derketin rê, ji ber HES’ê nikarin derkevin cihê bilind ê çem. Masiyên ku dixwazin xwe bigihînin cihê hênik û tenik ê çem, ji ber birîna avê ya dem deman dimirin.