'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê 2020-06-17 11:32:48   WAN - Hilbijêrên HDP'î yên di "Meşa Demokrasiyê" de cih digirin ji Wanê ber bi Bedlisê ve derketin rê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, beriya meşê got: "Em bi vê meşê dixwazin hinekî bêhnekê bidin Tirkiyeyê. Heta ku li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve ev têkoşîna me dê bidome."   "Meşa Demokrasiyê" ku HDP'ê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin didome. Heyeta milê meşa Colemêrgê ku ji Colemêrgê gihiştin Wanê, ji Wanê derketin rê û diçin Bedlisê. Heyet ji Wanê bi girseyî hatin oxirkirin û ketin rêya Bedlisê. Endam û rêveberên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Wanê kom bûn û pankarta "Em bi hev re" vekirin û karwan oxir kirin. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, anî ziman ku ew li Colemêrgê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Me heman coş û kelecan li Wanê jî dît. Armanca vê meşa me ewe ku em bêhnê bidin Tirkiyeyê. Em dixwazin demokrasi li Tirkiye pêş bikeve. Em ê piştî Bedlisê Derbasî Êlihê û ji wir jî derbasî Amedê bibin. Derdê hikûmeta AKP-MHP'ê ne vîrûsa corona ye. Tirsa wan ji pêşketina demokrasiyê ye.    Aydenîz, bal kişand ser êrîşên TSK'ê yên li dijî wargeha penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê û wiha got: “AKP darbeyên siyasî didomîne. Ev meş dê dê li Tirkiyeyê demokrasiyê û li Kurdistanê azadiyê pêş bixe. Em êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. îqtîdara faşizmê di şer de israr dike. HDP li dijî vî şerî muxalefetê dike. Heta ku demokrasî, azadî û edalet li Tirkiyeyê pêş bikeve ev têkoşîna me ya demokrasiyê dê bidome."    Piştî axaftinan heyet bi çepik û tilîlîyan ber bi Bedlisê ve derketin rê. Karwan piştî li nava bajar tûr bavêjin dê biçin Bedlisê.