'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin? 2020-06-17 11:18:00   RIHA – Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, rewşa karkerên ku li Giresûnê ji ber parvekirina wêneyê Hevseroke Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş parve kiribûn, êrîşî nîjadperestî li wan hatibû kirin, bir rojeva meclisê.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, rewşa karkerên ku li bajaroka Çavûşlû ya navçeya Gorele ya Giresûnê ji ber parvekirina wêneyê Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş parve kiribûn, êrîşî nîjadperestî li wan hatibû kirin û ew şandibûn Rihayê, bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. Surucu, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê.   Surucu, derbarê êrîşa ku li karkerên kurd hatibû kirin, ev pirs ji  Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay:   "* Gelo êrîşkarê ku êrîşa nîjadperestî li karkerê kurd Osman Înan kiribû, hatiye binçavkirin?   * Hûn ê derbarê tundiya derûnî ku li qereqolê li Osman Înan hatiye kirin de lêpirsîn bidine destpêkirin?   * Hûn ê ji qenalên televîzyonan ên ku hevserok û endamên partiya me terorîze dikin û nîjadperestiyê tewsiye dikin, agahdar in?    * Hinceta ku bêyî rapora êrîşa li hemberî wî hatiye kirin bê girtin, şandina Osman Înan a Rihayê çî ye? Hûn ê derbarê karmendên eleqedar de lêpirsînê bidine destpêkirin?