Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt 2020-06-17 10:23:41 OSMANIYE – Li Girtîgeha Osmaniyê gardiyanan di 2018’an de li Ferhat Demîrbaş dabûn. Demîrbaş gilî kir û gilîkirina wî bi biryara neşopandinê bi encam bû. Dozger rapora bijîşk dabû esas girt.    Li Girtîgeha Osmaniyê gardiyan û bijîşkê hepsê di îlona 2018’an de li girtiyê bi navê Ferhat Demîrbaş dabûn. Demîrbaş, ji Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê re gilîyê gardiyan û bijîşk kiribû. Sedozgeriyê piştî du salan biryara derbarê serlêdana Demîrbaş da da û bi biryara neşopandina dozê bi encam kir. Hat gotin dozger beyan û rapora bijîşk esas girtiye û giliyê Demîrbaş veneguharindiye dozê.    BIJÎŞK GEF XWARIYE    Parêzera Demîrbaş, Mehtap Sert anî ziman ku ew ê li dijî biryara dozgeriyê serî li Dadgeha Osmaniyê bide û îtîraza biryarê bike û miwekîlê wê bi boneya li dijî îşkenceya gardiyanan derketiye ji aliyê gardiyanan ve û bijîşkê hepsê ve hatiye îşkencekirin. Sert diyar kir ku tundiyek mezin li miwekîlê wê hatiye kirin û ji ber êşên wî ew birine cem bijîşkê hepsê û bijîşk jî gotiye “Li vî welatî mafê we yê jiyankirinê nîne.”    Sert anî ziman ku miwekîlê wê li ser nasnameya kurdbûnê biçûk hatiye xistin û li ser vê yekê neqlî Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê hatiye kirin û ew ê li dijî îşkenceyê û redkirina serlêdanê îtîraz bikin.    MA / Hamdullah Kesen