30 sal in teşe dide keviran 2020-06-17 10:02:34 AMED – Li navçeya Sûrê Cûma Balikçi ku ji bavê xwe karê kolîneriya keviran hîn kiriye û heta îro aniye, diyar kir ku di navbera wî û keviran de têkiliyeke xurt heye û wiha got: “Ez keviran beralî nakim, kevir min beralî dikin.”   Operatorê kemçeyê Cûma Balikçi yê 50 salî, li mala xwe ya li navçeya Sûrê ya Amedê hunera kevir dike. Mîrateya ku ji bavê xwe girtiye heta roja me ya îro anî. Balikçi, têketina mala xwe ya bi kevir kiriye atolye û 30 sal in teşe dide keviran. Balikçi, kevirên ku teşe dide wan ji Qerejdaxê berhev dike û weke usûla berê bi bizmar û çakûçê aşê keviran dikole. Balikçi, bi kevirên ku berhev dike û teşe dide wan, kanî, destar û lavaboyên berê yên Sûrê çêdike. Her wiha sehpa, vazo, meşe û hêlînên kevokan jî li keviran dikole.    HUNERA KEVIRAN ZOR E   Balikçi, destnîşan kir ku hezkirina wî ya bi keviran re ji zarokatiya wî tê û derbarê têkiliya xwe ya bi keviran re ev tişt got: “Bavê min vê hunerê ji ermeniyan hîn kiribû û min jî ji bavê xwe hîn kir. Ez keviran beralî nakim, kevir min beralî dikin. Karê hunera keviran karekî zor e, lê dema ku teşeya tê xwestin derdikeve holê îlham tê mirov. Ez dixwazim vê hunerê bigihînim nifşên nû. Ji niha ve hînî zarokên xwe dikim.”   MA / Ayşe Surme – Fethî Balaman