Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin 2020-06-17 09:08:51 DERSIM – Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat, diyar kir ku piraniya erdên li gund ji wan hatine stendin û ji bo erdên xwe alîkarî ji hiqûqnasan xwest. Piştî pêşengê Serhildana Dersimê Seyîd Riza hat bidardekirin gelek dersimî hatin sirgûnkirin. Bi vê re gelek gund jî hatin valakirin. Yek ji van gundan jî gundê Agdatê yê Pulurê bû ku niha navê Dûman Tepe lê hatiye kirin. Piştî gund hatin valakirin ewilî erdên li gundê Seyîd Riza hatin desteserkirin. Çendî ku neviyên wî ji bo erdên xwe car carina hatibin gund jî lê dewletê tim gund vala kiriye. Herî dawî gund di sala 1994'an de hatiye valakirin û bi gundê Tornovayê ve hatiye girêdan. Tapo jî di sala 2009'an de hatiye gundê Dûman Tepeyê û piraniya erdên wê li ser xezîneyê hatin qeydkirin. Her wiha ji bo erdên bitapo jî ku neviyên Seyîd Riza di sala 1977'an de bi biryara dadgehê tapoya wan stendibûn, vê carê hin kesên din doz kirin ku ev erd ên wan in. Ji ber vê erdên Seyîd Riza û erdê ku qonaxa wî li nav bû bi xwe jî dane ber dadgehê. Hê jî dadgeh didome.   Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat, ji bo dozê alîkarî ji hiqûqnasan xwest.   TAPO NEDAN   Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat ku di sala 2002'yan de hatiye li gund bi cih bûye, destnîşan kir ku bavê wê di sala 1977'an de serî li dadgehê daye û hin erdên wan ên bitapo bi dest wan ketiye lê tapoya hinan jê jî nestendine. Polat, anî ziman ku di sala 2009'an de tapo hatiye gund û hin erdên wan li ser xezîneyê hatine qeydkirin û got, hin kes jî ji bo erdên wan ên bitapo gotine ên me ne. Polat, diyar kir ku zêdetirî 200 donim erdê wan dewrî xezîneyê hatiye kirin.   Polat, anî ziman ku piraniya erdên gundiyan ji wan hatiye stendin û got, 9 sal in ji bo erdê xwe bistînin tev digerin. Polat, destnîşan kir ku bêyî dadgeh bê lidarxistin, keşf bê kirin hiqûq hatiye binpêkirin û got: "Dibêjin em dewleteke hiqûqê ne. Lê em bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Keya jî di nav de hin kes dibin yek dibêjin ev 'parsêl ê me ye, ev parsêl ê me ye'. Dixwazin erdên me ji me bistînin. Erdên me pir biber in, daristanên wê, ava wê qet qirêjî nebûne. Bi vî awayî nêvî ji dest me çû. Du sê heb îxanetkar dibînin, pêzaniyên 80-90 salî tînin. Kes nizane ew kî ne, hişê wan jî ne li serê wan e, lê wan dikin pêzan. Ji gund bigire heya Erzinganê gelek kes daxilî dadgehê bûne. Hê jî didme. Bêyî keşf bê kirin ji bo erdê me dibêjin ê xezînê ye."   Polat, destnîşan kir ku nasnameya Dersimê bi vî awayî tê tepisandin û got: "Tapoyê tînin erdên me dikin ên xezînê. Em di şert û mercên zehmet de hatin roja îro. Bila ên pê me rihet bibin. 11 kalikên min di vir re derbas bûne çûne. Yanî ez beriya wan li vira bûme. Di Her Ûris de kalê min ji vir heya Erzingan û Erziromê warên xwe parastiye. Dû re em hatin dardakirin. Ez xwe, derdorê didom ber lêpirsînê. Çima ev tişt tên kirin? Sirf ji ber li vê axê kurd, ewleî, ermenî hene tê kirin."   ‘TAPOYÊN ME LI SER HIN KESÊN DIN QEYD KIRINE'   Polat, anî ziman ku li gund çar malbat hene û xwest deverên ku niha wekî mewkî hatine qeydkirin dîsa statuya wan a gund bê dayîn û got: "Ji bo bibe gundê divê nifûs 150-500 be. Li herêmê nifûsa kîjan gundî 500 e? Ka qanûna? Navê gundê me Agdat bû, lê guherandin kirin mewkî û navê Dûman Tepe lê kirin û bi gundê Tornovayê ve girêdane. Navê gundê me piştş valakirina di sala 1993-94'an de hat fesixkirin. Pêşî gund desteserkirin nha jî bi rêya qadastroyê tapoyên me li ser navê hin kesên din dertên."   ‘PAŞEROJA MIN E'   Polat, destnîşan kir ku wexta hatine gund her der serobero bû û got: "Axirê ez hatime. Tu tişt ne li ihê xwe yê berê bû. Hema bêje darek jî tunebû. Min ji xwe re got çi dibe bila bibe ezê bimînim. Paşeroja min nirxa min a esil e. Nikarin vê yekê înkar bikin. Min nexwest ev der wêran bibe. Min xwest cardin mirov bên vira, bi ser ketim. Her diçe hejmar zêdetir dibe."   Polat, xwest dadgeh biryareke adil bide û ji bo alîkariyê bang kir: "Bi taybetî bang li hiqûqnasan dikim. Dixwazim alîkariya me bikin. Qanûnê mafekî milkiyetê daye min. Lê niha dixwazin vî mafî ji dest min bistînin."   MA / Ayşe Surme