MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin 2020-06-17 09:08:43 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî xwest mudahaleyî Tirkiyê bikin û dawî li van zextan bînin.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, ji ber li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibe bang li CPT û Rêxistina Efûyê kir û xwest zextan li Tirkiyeyê bikin. Temîzyuz, anî ziman ku qanûna înfazê li dijî regeza wekheviyê xistin meriyetê û wiha got: "Ji ber vê qanûnê pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin. Tecrîd girantir dibe. Nexweşî zêde dibin. Hiqûq tune. Rêveberiyên girtîgehê li gor xwe tevdigerin. Daxwaznameyên ku girtî ji Wezareta Dadê re dişînin desteser dikin. Mafê girtiyan binpê dikin.    ‘GIRTÎGEH BÛYE CIHÊ NEXWEŞIYÊ'    Temîzyuz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Girtiyekî nexweş ku nikaribe bi tenê bijî, ji ber piştî biçe nexweşxaneyê û vegere 14 rojan tê tecrîdkirin, naçe. Nexweşî girantir dibe. Mirov sax tên girtin cenazeyên wan derdikeve. Li aliyekî qala tedbîrên li dijî şewba vîrusê dikin, li aliyê din girtiyên nexweş dimirin. Girtîgeh bûye cihê nexweşiyê. Îro zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene. Girtiyên zêdetirî 80 salî hene. Li ruxmê raporan nayên berdan û dîl girtine. Dikarin van berdin. Dikarin Hasan Aşa bi tedbîr berdin û tedawî bibe. Lê mixabin nêzîkatiya hikumetê li holê ye. Desthilatdariyê li şûna çareseriya, vê rewşê dike firsend.”   ‘GIRTÎGEH BÛYE QEMPA ESÎRAN'    Temîzyuz, da zanîn ku girtîgehan bûye qempa esîran û got: “Eger hiqûq û lêgerîna mafan tune be, Destûra Bingehîn jî tune ye. Bi agahiya Wezareta Dadê, Wezareta Karê Hûndir û Serokomariyê mafên girtiyan binpê dikin. Bi agahiya wan li Bakirkoyê dest danîn ser daxwaznameyan û li Wan, Kirşehîr û girtîgehên mafan binpê dikin. Protokolên hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Em bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dikin ku mudaxaleyî Tirkiyê bikin ku dawî li vê bê hiqûqî û bê edaletiyê bînin.    DÊ PIRSGIRÊKÊN GIRTÎGEHAN TESPÎT BIKIN   Temîzyuz, bibîr xist ku ji bo hiqûq pêk bê, serîlêdan kirine û wiha bi dawî kir: “Me bi rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, malbatan re hevdîtin kirin û didome. Ji bo em binpêkirina mafan tespît bikin û çareser bikin xebatên me didomin. Niha xebatên me yên bi OHD û ÎHD, Odeyên Bijîşkan û TÎHV û HDP'ê re didomin. Em ê bi hevre van pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin bibin dengê girtiyan. Malbatan serî li saziya me dan. Emê demek nêzîk biçin Girtîgeha Silîvriyê û pirsgirêkan tespît bikin. Ji bo greva birçîbûnê ya li Kirşehirê bi dawî bibe û pirsgirêk çareser bibe xebatên me hene. Divê berî her tiştî malbat li girtiyan xwedî derkevin."