ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-17 09:00:24 * Cihwarê berê yê bajaroka Hîlalê ya Qilebanê, 3 çaran hatiye şewitandin. Lê belê hîn jî bi xwezaya xwe wekî bihuştekê ye. Ev cihwarê ku bûye warê kesên diçin geşt û seyranan, niha li benda şênî û mêvanê xwe ye.  * Cotkarên ku ji ber fatûreyên giran ên DEDAŞ'ê ji xwe re li rêyekê digerin, ji bo mesrefên wan kêm bibin berine din çandin.    *Piştî 2 meh û 16 rojan deriyên Qesra Îshaq Paşa cardin hatin vekirin û mirov dest bi serdana wê kirin.    * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang li CPT’yê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir ku pêşî li van pêkanînên bêhiqûqî bigire.    * Li Wêranşarê cotkarên ku pîvazên xwe neçinîn û di nav erd de hiştine, diyar kirin ku li marketan fiyetê pîvazan bi 4 TL'ya ye, lê ji wan bi 10 qurîşan tê stendin.    * Jinên Gundê Kirazliyayla ya Bûrsayê li dijî talankirin û wêrankirina xweza û ekolojiyê serî hildidin. Jin li dijî Projeya Bendava Bermahiyan û Tesîsa Bafon, Çinko û Guleyê serî rakirin û gotin: "Pêşeroja me talan û wêran dikin."    *  Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat, diyar kir ku piraniya erdên li gund ji wan hatine stendin û ji bo erdên xwe alîkarî ji hiqûqnasan xwest.   * Hunermend Mehmet Atli albûma xwe ya bi navê “Morî Mircan” pêşkêşî hezkiriye xwe kir. Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê.    * Danişîna doza bersûc Riza Işik ê Fadime Tekîn kêr kir dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.20)   * Ziyaretên HDP’ê yên di çarçoveya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" bi ziyareta partî û rêxistinên civakî yên li Stenbolê dê bidome. Milê Colemêrgê jî dê li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê bê pêşwazîkirin. (11.00 - 20.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tê têkildarî meşa demokrasiyê ya HDP’ê li Şaxa 1'emîn a Egitim Senê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Baroyên Tirkiyeyê dê li dijî guhertina zagona parêzeran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)     * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê dê di çarçoveya “Têkoşîna jinan li her derê ye" li Stenbolê ziyaretên xwe yên bi rêxistinên civakî re bidomîne. (14.00 - 19.30)