Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin 2020-06-16 14:24:59 AMED – Li Amedê sibê wê meşvanên HDP’yî yên baskê Colemêrgê li ber avahiya HDP’ê bi girseyî werin pêşwazîkirin.    “Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê ku ji baskê Colemêrgê da destpêkirin tê payîn sibê piştî Wan û Bedlîsê bigihîje Amedê. Şandeya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de dê li Amedê bi girseyî werin pêşwaz^kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan da zanîn ku ew ê sibê saet li 17.00’an meşvanên baskê Colemêrgê  li ber avahiya wan a bajêr pêşwazî bikin. Ceylan got ew ê roja 18’ê hezîranê jî li navçeyên Baglarê, Sûrê, Yenîşehîrê, Kayapinar û Erxenî esnafan û xelkê ziyaret bikin. Ceylan diyar kir ku wê meşvanên wan roja 19’ê hezîranê jî ji Amedê ber bi Enqereyê ve rê bikin û bang pêşwazîkirina meşê li xelkê Amedê kir.