Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin 2020-06-16 14:13:12   EDENE - Li Edenê, 5 kesên hîna zarokbûn ji ber tevlî çalakiyên di salên 2011 û 2014’an de bibûn, hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de polîsan, di 14’ê Hezîranê de bi ser malan de girtibûn û 7 kes kiribûn bin çavan. 7 kesên li Midûriyeta Polîsan a Edenê dihatin girtin, bi îdîaya hîna zarokbûn tevlî hin çalakiyên li bajêr bûne, tên sûcdarkirin. Piştî îfadeya 7 kesan hat girtin sewqî Edliya Edenê hatin kirin. Dozgerê îfadeya 7 kesan girt, pirsên hîna dema zarokbûn û di salên 2011 û 2014’an de tevlî hin çalakiyan bibûn ji wan kir. Dozger bi vê sûcdariyê 7 kes bi îdîaya “Li ser navê rêxistinên çalakî li dar xistin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Edeneyê kirin.    Dadgeriyê 5 kes bi heman sûcdariyê girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Li bajêr di 2 heftiyên dawî de 17 kes hatin binçavkirin û ji 17 kesan 12 jê hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.