ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin 2020-06-16 12:19:46 ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD’ê, diyar kir ku ne pêkane mafê meş û xebatên siyasî yên HDP’ê bên qedexekirin û got: “Qedexekirina meşê yek ji pêkanînên xirab ên ‘dewleta polîse.’” Navenda Giştî ya Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê astengkirina meşa HDP’ê ya di 15’ê hezîranê de li Edîrne û Colemêrgê dest pê kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Ne pêkane ku meşa HDP’ê ya demokrasiyê ya li dijî darbeyê bê astengkirin” de wiha hat gotin: “Betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farîsogûllari û Enîs Berberoglû li dijî madeya 83 û 84’emîn a Qanûna bingehîne. HDP’ê jî li dijî vê yekê biryara meşê daye.”   ‘MAF BERÎ QANÛN Û PRATÎKÊN ÎDARÎ TÊN’   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatdariya siyasî, li dijî nijadperestiya cîhanê, tim daxuyaniyan dided. Lê li Tirkiyeyê, mafê herî xwezayî yê HDP’ê bin pê dike. Bi hinceta şewbê walîtiyan biryara qedexeyê girtin. Lê di encamê de Serokkomarê hemû bergirî ji holê rakirine û bi lez dest bi pêvajoya normalbatûnê hatiye kirin. Di encamê de ne pêkane ku mafê xebatên siyasî û meş ên HDP’ê bên astengkirin û qedexekirin. Qedexekirina meşê yek ji pêkanînên xirab ê ‘dewleta polise.’ Divê neyê ji bîr kirin kum maf berî qanûn û pratîkên îdarî tên. Têkoşîna demokrasiyê meşrûye û ne pêkane ku bê astengkirin.”