Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin 2020-06-16 11:35:50   STENBOL – Qada Esenyûrtê ku HDP’ê dixwast di çarçoveya “Li dijî darbeye meşa demokrasiyê” de lê çalakî li dar bixe û bi gel re bê gel hev, beriya çalakiyê bi bariyeran hat girtin.    HDP’ê duh starta “Li dijî darbeye meşa demokrasiyê” ku ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê hatibû destpêkirin, da. Meşa Edîrneyê, li nêzî Girtîgeha Edîrneyê ku Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş lê girtî ye, bi daxuyaniyekê dest pê kir.    HEWLDANÊN ASTENGKIRINÊ   Rawestageha duyemîn a meşa ku bi pêşengiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan dest pê kir, Stenbol e. Li gorî plansaziya ku hatiye kirin, wê saet 19’00’an de li Qada Esenyûrtê hevdîtina gel bê lidarxistin. Lê qada ku çalakî bê lidarxistin ji aliyê polisan ve bi bariyeran hat girtin.    Polisan di saetên şevê de bariyan anîn qadî û di saetên serê sibehê de jî li qadê bi cih kirin. Bi cihkirina bariyeran re derdora qadê û hemû rêyên ku dertên qadê hatin girtin.