Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an 2020-06-16 09:36:03   ENQERE – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê bêyî berdevk derketina derve hatiye qedexekirin. Bi vê yekê re hejmara bajarên ku bikaranîna berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa kronayê de li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê bêyî berdevk derketina derve hatiye qedexekirin. Koca, destnîşan kir ku bêyî berdevk têkoşîna li dijî vîrûsê ne pêkan e. Bi vê yekê re hejmara bajarên ku bikaranîna berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an.