Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye 2020-06-16 09:01:16 RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, anî ziman ku pêdiviya kurdan bi "yekîtî û tifaqê heye" û got: "Me gava zehmet avêt. Me dest da destê hev. Piştî vê ya girîng em ê pergaleke çawa ava bikin."  Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîm, girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd ji bo ajansa me nirxand. Maçîn, destnîşan kir ku kurd divê li dor heman armancê bicivin û tev bigerin. Maçîn, anî ziman ku cîhan êdî hebûna kurdan qebûl kiriye, fikrên hevpar ên DYA û Rûyayê der barê kurdan de hene û Îngîltere, Fransa û Îtalya ji bo statuya gelê kurd tev geriyane. Maçîn, diyar kir ku lê belê Rûsya hê jî xala "bila mafên wan bên dayîn" derbas nekiriye û got: "Naxwaze statu bê dayîn. Baş e, lê kurd çi dixwazin? Em dizanin her perçe doza çi dike. Ev hemû divê li dor heman armancê bibin yek û li gor wê tev bigerin."    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Maçîn, destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî li Amedê konferansek li dar xistine û bi îtifaqan re du komîsyon ava kirine û got: "Komîsyonek li ser model û bernameyê, a din jî li ser asasê gelan, têkiliyan û dîplomasiyê hat avakirin. Ji ber şewbê xebatên me hinekî bi derengî ketin. Em Partiya Komunîst a Kurdistanê, ne deh roj şûnde em ê pêşniyarên xwe yên ji bo awayê kongreya neteweyî berpêş bikin. Niha xebatên partiyên din jî hene. Li cîhanê guherînên mezin çêdibin. Şerên mezin diqewimin. Niha em bi vîrûseke ku gefê li jiyana mirovan dixwe re rû bi rû ne. Loma yekîtiya kurdan bivênevê ye."    KURD ÇI DIXWAZIN?    Maçîn, got: "Heke kurd bi yek bûna, li Başûrê Kurdistanê ji bo Kerkûk neyê dagirkirin pev re şer bikirana, bawer im wê li Efrînê jî pêşî li ber dagirkirinê bihata girtin. Pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn yekîtiya kurdan, a dudoyan jî pirssgirka Kurdistanê ye ku ev jî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ne tenê çar dewlet dijminatiyê dikin. Di sedsala 20'an de statuya kurdan qebûl nekirin. Li kuderê kurd bitêkoşin ev dewletên dagirker hewl didin tevgerên kurdan têkbişikînin. Niha pergala cîhaneke nû tê avakirin. Rojhilata Navîn jî herêma wê ya herî sereke ye. Li vira kî heye? Kurdistan heye. Kurd divê bi vîneke hevpar vê yekê berpêşî cîhanê bikin. Dewletên cîhanê wekî sedsala 20'an li kurdan mêze nakin. Cîhan êdî dibêje 'mafê kurdan jî heye.' Dibe ku hêzên emperyalîst bin lê ji bo berjewendiyên xwe hebûna kurdan qebûl dikin. Niha der barê kurdan de hem fikrên DYA'yê hem jî yên Rûsyayê hene. Her wiha Îngîltere, Farnsa û Îtalya jî dibêjin bila kurd statuya xwe bi dest bixin. Rûsyayê jî dibêje 'bila mafên wan bên dayîn.' Lê naxwaze statuyek hebe. Îjar di van sernavan de divê mirov vê prisê bike; Kurd çi dixwazin? Em dizanin her perçe çi dixwaze. Lê divê li dor heman armancê kom bibin û vîneke hevpar deynin holê."    DÎPLOMASÎ   Maçîn, anî ziman ku hevdîtinên di qada navneteweyî de tên kirin divê tenê di ser komekê an jî rêxistinekê re neyên kirin û got: "Ev hevdîtin divê li ser navê neteweya Kurdistanê bên kirin. Divê bi vî awayî xwestekên xwe bilêv bikin. Ji bo vê jî kongreyeke neteweyî bivênevê ye. Cîhan di pêvajoyeke pir krîtîk re derbas dibe. Betalî û xizanî zêde dibe. Wê tevgera kurdan di siyaseta cîhanê de bibe deng û rengê kedkar, karker, jin û zarokan. Ji bo vê çendî ku meseleya sereke meseleya neteweyî be jî, lê di têkoşîan Kurdistanê de divê ehr kes hebe. Rêxistinbûyîn divê xurrt be. Têkoşîna me wekheviya ked û civakiyê ye. Em têkoşîna wekheviya cvakiyî û yekîtiya neteweyî pev re bi rê ve bibin. Ji bo vê jî divê em xwe birêxistin bikin. Tê xwestin civak di tarîtiyeke bêpêşeroj de bimîne. Loma divê têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê xurtir bibe. Pêşengiya vê jî li ser milê partî û saziyên kurd dimîne."    'ME DEST DA DESTÊ HEV DU'    Maçîn, destnîşan kir ku li Rojavayê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd civînên girîng hatine kirin û di çarçoveya van civînan de gavine dîrokî hatine avêtin û got: "Her tişt zelal bû. Ev ji bo yekîtiyê gaveke dîrokî ye. Wê bandora vê geşedanê li her çar perçeyên Kurdistanê xwe bide der. Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ku me li Bakur dan destpêkirin bandor li Rojava jî kir. Li her çar perçeyan ji bo yekîtiyê gav hatin avêtin. Em dikarin bêjin ku me gava herî zehmet avêt, me dest da destê hev du û niha piştî vê ya girîng em ê pergaleke çawa ava bikin."    ZÎNÎ WERTÊ   Her wiha Maçîn ji bo Zînî Wertê jî got: "DYA, dixwaze li wir li dijî Îranê herêmeke tampon çêbike. Ji bo vê jî xwest pêşmerge biçin wir. Beriya vê gava Qasim Silêmanî hatibû kuştin DYA mecbûr ma hin binkeyên xwe yên li kerkûk û Iraqê veguhêzîne. Hin hêz jî ji bo yekîtiya neteweyî bi ser nekeve mudaxile dikin. Lê kurd divê berbayî vê lîstikê nekevin. Ji xwe dijminên me bi awayekî aşkere dibêjin. Lom adivê li her çar perçeyan kurd bibin yek. Wê kurd bi ser bikevin. Ev aşkere ye ku heger kurd bi ser nekevin wê li Rojhilata Navîna ştî çênebe. Mifteya vê pêvajoyê yekîtiya kurdan e. Kurd divê yekîtiya xwe xurt bikin. helbet wê bedêla vê destkeftiyê giran be. Lê wê serketina wê jî ew qasî birûmet be."    MA / Bariş Polat