Bradostê bombebaran kirin 2020-06-15 23:13:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên hewayî yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê vê carê jî Herêma Bradostê hat bombebarankirin.    Balafirên şerî ku duh ji Amedê ber bi Başûr ve çûbûn Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bombebaran kiribûn. Lê belê îro êvarî Herêma Bradostê jî hat bombeberankirin.    Li gor nûçeya Roj Newsê di êrîşa hewayî de gundê Alikan, Xelîfan, Sîran û Gerwa Zirara hatine bombebarankirin.