18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-06-15 21:03:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 18 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 592 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 592 kesên din jî bi şewbê ketine û 18 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 179 hezar û 831 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 825.