Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da 2020-06-15 19:47:48   NAVENDA NÛÇEYAN - 4 kesên birûpoş bi çekan êrîş birine ser Şaredariya Bajaroka Teynayê ya Dêrazorê. Di êrîşê de Hevşaredar Sekat Ebû Eymen jiyana xwe ji dest daye.    Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî bi dest ketin, 4 êrîşkarên birûpoş bi çekan êrîş birine ser avahiya Şaredariya Bajaroka Teynayê. Hat ragihandin ku di êrîşê de Hevşaredar Sekat Ebû Eymen jiyana xwe ji dest daye û cinayet li ber çavên xebatkarên şaredariyê pêk hatiye.