Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn 2020-06-15 15:18:32 AMED - Li Amedê gelek balafirên şer li ser hev rabûn. Duh bi şev jî balafir rabûbûn û Şengal, Mexmûr û Qendîlê bombebaran kiribûn.  Li Balafirgeha Eskerî ya Amedê gelek balafirên şer ên F-16 li ser hev rabûn. Bi qasî 10 balafiran rabûn. Ev demek dirêj e balafirên şer li ser hev radibin. Şêniyên Amedê diyar dikin ku ew ji ber dengê balafiran tu aramiya wan nemaye û ev deng li ser derûniya wan bandork neyînî dike.    Duh bi şev jî balafirên şer ji Balafirgeha Amedê rabûbûn û Kampa Mexmûrê, Şengalê û herêma Qendîlê ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kiribûn.