Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin 2020-06-15 15:05:29   EDENE – Çalakgerên “Meşa Demokrasiyê” yên HDP’yî dê li Edeneyê bi girseyî werin pêşwazîkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê têkidlarî “Meşa Demokrasiyê” li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’a Edeneyê Gulseren Tûral axivî û da zanîn ku ew ê serê xwe li ber zextên îqtîdara siyasî netewînin. Tûran diyar kir ku ew ê di 19’ê hezîranê de li Edeneyê bi girseyî meşvanên xwe yên ji milê Colemêrgê tên bi girseyî saet di 18.00’an de li ber avahiya xwe pêşwazî bikin.    Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî anî ziman ku biryarên qedexekirina meşa wan biryarên kêfî ne û li dijî hiqûqê ye û ev ji salekê zêdetir e avahiya wan HDP’a Edeneyê di dorpêça polîsan de ye. Kaplan da zanîn ku meşa wan a ji bo siberojek azad dane destpêkirin dê bi civakê re bidomînin.