Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin 2020-06-15 14:27:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Colemêrgiyan, bi coş û kelecaniyek mezin HDP’iyên starta “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” dan ber bi Wanê ve oxir kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî li Colemêrgê dest bi meşa bi dirûşmeya “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” kir, ber bi Wanê ve ket rê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, parlamenter û endamên partiye li wesayîtên xwe sîwar bûn û bi awayekê konvoy ketin rê. Karwana HDP’iyan li ser rêgehan ji aliyê niştecihên bajêr ve bi nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazî kirin.    WELATÎ HATIN DERPKIRIN   Welatiyan li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr pêşiya karwana HDP’iyan girtin û eleqeyek mezin nîşanî endamên partiye dan. HDP’î jî li ser vê yekê ji wesayîtên xwe peya bûn û silav dan welatiyan. Di vê navberê de polîsên hêzên taybet mudaxileyî welatiyan kirin û hin welatî derp kirin. Endamên partiyê jî li ser vê yekê bertek nîşanî polîsên welatî derp kirin, dan.   SILAVA CERDEVANAN    HDP’î, piştî ragehiya rû da, carek din li wesayîtê xwe siwar bûn û ketin rê. HDP’î gehiştin kîjan rêgehê rastî heman eleqeyê hatin û hin cerdevanan jî silav dan endamên partiye.    Endamên partiyê bi vî awayî ji bajêr veqetiyan û ber bi Wanê ve ketin rê.