Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê 2020-06-15 14:10:14   ŞIRNEX – HDP, KESK, ÎHD û TMMOB’ê diyar kirin ku ew biryara esnafên Cizîrê ku li dijî koronayê derabeyên xwe girtine di cih dibînin û piştgiriyê didinê.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê haletên vîrûsa koronayê piştî pêvajoya “asayîbûnê” zêde bûn. Li ser vê yekê esnafên Cizîrê di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de biryara dikanên xwe venekin da û biryar dan ku dê hefteyek bidome. Li ser vê biryara esnafên Cizîrê, HDP, KESK, ÎHD û TMMOB’ê jî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew biryara esnafan di cih de dibînin û piştevaniya esnafan dikin. Saziyan destnîşan kir ku hikumet di têkoşîna li dijî şewbê de kêm maye û bang li xelkê kirin ku xwe ji koronayê biparêzin.