Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da 2020-06-15 13:52:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, bertekek tund nîşanî êrîşên balafirên şer ên TSK'ê yên duh bi şev li ser qadên Herêma Kurdistan Federal pêk anîn, da û got: "Divê ev êrîş neyin dubare kirin."    Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê ku şevê din li dijî Şengal, Mexmur û Herêmên Parastiya Medya pêk anîn, bi tund şermezar kir û bal kişand ku êrîşên li dijî Kampa Penaberan a Mexmur û Şengalê. Fermandariyê êrîş wekî “êrîşek sorkirinê” binav kir û diyar kir ku êrîş li dijî peymanên navnetewî ye û divê neyên dubarekirin.   Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên dewleta Tirk şevê din êrîşî Mexmur, Erbîl, Guwêr, heta navçeya Şertqad kirine û qasî 193 kîlometre sînorê hewayî yê Iraq derbas kirine. Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşê de balafirên Tirk kampên koçberan ên Mexmur û Şengalê bombebaran kirine û li sînorên Iraqê heta derengiya şevê firiyane.   Di daxuyaniya ku êrîş hat şermezarkirin de hat gotin “Em diyar dikin ku ev êrîşeke sorkirinê ye û ne li gorî peymanên navnetewî, ne jî li gorî pîvanên cîrantiyê ye.”    Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev êrîşek ji rêzê nîn e û wiha hat gotin: “Em vê êrîşê wekî êrîşek ji rêzê nabînin. Divê ev êrîş werin rawestandin û rêzdarî li hemberî berjewendiyên hevbeş ên herdu welatan were girtin. Her wiha divê ev êrîş dubare nebin.”