Polîsan li Wanê avahiya HDP’ê dorpêç kir 2020-06-15 12:31:53 WAN – Polîsan avahiya HDP’ê ya Wanê dorpêç kir û nahêlin kes biçe avahiyê û derkeve. Bi dehan polîsan li Wanê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr dorpêç kirin. Polîs destûrê nadin rêveberên HDP’ê û welatî biçin avahiyê û derkevin. Her wiha polîsan kuçeya avahiya HDP’ê jî lê ye bi bariyeran girtin û her kesê tê wê derdorê dûr dikin.    Hat zanîn ku polîs bi hêceta dê “Meşa Demokrasiyê” milê Colemêrgê îro were bigihîje Wanê nîşan didin.    Rojnamegerên xwestin geşdanên li derdora avahiya HDP’ê bişopînin ji aliyê polîsan ve tên dûrkirin û polîs gefa binçavkirinê li rojnamegeran dixwin.