Piştî du salan testa DNA’yê derket 2020-06-15 12:02:12 AMED - Malbata Omer Birsên ê HPG’î ku di Tîrmeha 2018’an de li Şirnexê di bomberbaranê de jiyana xwe ji dest dabû, testa DNA’yê ya beriya du salan dayî nû aşkere bû.   Omer Bîrsen (Brûsk Amed) ê HPG’î di 28 Tîrmeha 2018’an de bi hevalên xwe Delîla Akdenîz (Şîndar Cûdî) û Sozdar Ayar (Zenda Çelê) re li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê di bomberanê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenaze ji bo otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku cenazeyê Birsen demekê di nexweşxaneyê de hat sekinandin bi fermana dozger li Goristana Taxa Vakifkentê ya Şirnexê hatibû definkirin.   DU ENCAMÊN CUDA   Malbata Bîrsen a ku di 4’ê Tebaxa 2018’an ji televîzyonê dît ku lawê wan jiyana xwe ji dest daye ji bo cenaze wergirtinê çûn Şirnexê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan. Pişt re malbat ji bo cenaze tespît bikin çûn nexweşxaneyê lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin nikarîbûn tespît bikin. Li ser vê yekê ji bo testa DNA’yê malbat çû nexweşxaneyê û dayik Munîre Bîrsen xwîn da. Dozgeriyê di 12’ê Îlona 2018’an de ji malbatê re teblîgat şand ku xwînê ji hev negirtiye. Le dozgeriyê piştî du salan 11’ê Hezîrana 2020’an de, bi teblîgateke din diyar kir ku encam ji sedî 99.9 ji hev digire.   PIŞTΠTESPÎTA DNA’YÊ JÎ CENAZE NEDAN MALBATÊ   Li ser vê yekê malbata Bîrsen ji bo cenazeyi kurê xwe bigire îro çû Şirnexê serî li dozgeriyê da. Lê dozger ji malbatê re got ku ‘dema me biryar da ku cenaze bidin, em ê wê demê we agahdar bikin.’ Malbata ku li Amedê rûdine ji ber ku cenaze negirt, paşve vegeriya Amedê.