Kanîreş bi pileya 5.6 dîsa hejiya 2020-06-15 10:11:27   ÇEWLIG – Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê erdheja bi pileya 5.6 pêk hat. Duh jî bi pileya 5.8 pêk hatibû.    Li navçeya Kanîreş a Çewligê bi pileya 5.6 erdhej dîsa pêk hat. Erdheja ku rû da li gelek bajar û navçeyên derdorê hat hîskirin.    Duh berê êvarê jî li navçeya Kanîreşê erdheja bi pileya 5.8 rû dabû û li gundan avahî hilweşiyabûn û hin welatî birîndar bûbûn.