Balafirên şer Kampa Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran kirin 2020-06-15 08:18:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê, Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet nîvê şevê Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Êrişa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser kampê geriyan.   Balafirên şer ên Tirk di heman demê de êriş birin ser Şengalê, Xanesorê û nexweşxaneya Serdeştê jî. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li ser Şengalê de sivîl birîndar bûne.   ÊRIŞA LI SER MEXMÛRÊ 40 DEQEYÎ DEWAM KIR   Êrişa li Mexmûrê ya li ser qadên sivîlan di navbera saet 00:00-00:40'î de pêk hat. Çiyayên Qereçoxê û herêma Miştenûrê hatin bombekirin. Şêniyên kampê hewl da bi konvoyekê xwe bigihîne qadên hatine bombekirin, lê belê balafirên şer bombe li rêgeha konvoyê jî barandin. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Kampa Mexmûrê hatin wergirtin, di bombardûmana giran a  balafirên şer de tiştek bi kesî nehat, lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina heywanên xwe bi kar dianîn şewitî.   LI ŞENGALÊ SIVÎL BIRÎNDAR BÛN   Di êrişa li ser Şengalê de jî sivîl birîndar bûn. Rojnameger Îbrahîm Êzidî ji Stêrk TV re axivî û diyar kir ku li herêma Serdeştê di êrişê de sivîl birîndar bûne û nexweşxaneyek jî hat bombebarankirin. Li herêmê kampeke ku Şengaliyên piştî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 2014'an lê cih bibûn jî, hat bombebarankirin.   Li gel bombebarankirina Kampa Mexmûr û Şengalê, di heman demê de gelek qadên Qendîlê jî hatin bombebarankirin. Balafirên şer Çiyayê Direbî, Kozînê, Balayan û Çiyayê Nasir ên herêmê kirin hedef û bombebaran kirin.