Li Tirkiyê 15 kesên din jî bi koronayê mirin 2020-06-14 20:57:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara qûrbaniyên koronayê li Tirkiyê gihîşt 4 hezar û 807 kesan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên dawî yên vîrûsa koronayê yên îro li ser hesabê xwe yê twîtterê eşkere kir û bi raya giştî re belav kir. Koca da zanîn ku ji ber koronayê di nava 24 saetên dawî de 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest da û hezar û 562 kes bi koronayê ketine. Koca diyar kir ku hejmara qûrbaniyên koronayê yên li Tirkiyê gihîşt 4 hezar û 807 kesan û hejmara haletan bi giştî gihîştiye 178 hear û 239 kesan.