Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene 2020-06-14 18:56:28 ÇEWLIG – Hat diyarkirin piştî erdheja li Kanîreşê pêk hat qûleya nobetê ya Qereqola Gundê Lîçikê hilweşiyeya û cerdevanek di bin de maye. Hat zanîn ku li gundên navçeya Çêrme jî xaniyan zirar dîtiye û hin welatî birîndar bûne.  Li gorî daneyên Rasahtxaneya Kandîlî bi pileya 5.8 erdhej li navçeya Kanîreşê ya Çewligê pêk hat. Hat gotin erdhejê nêzî deqîqeyek dewam kiriye. Lig elek bajarên derdora Çewligê jî erd hejiya.    CERDEVANEK DI BIN KAVIL DE MAYE   Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Qereqola Cendirmeyan a Gundê Lîçika Kanîreşê qûleya nobetê hilweşiyaye û cerdevanek di bin kavil de maye û 2 cerdevan jî bi sivîkî birîndar bûne. Soylû got lig undan xebatên wan ên lêkolînê didomin.    NAVÇEYA ÇÊRME JÎ HEJIYA    Erdhejê bandorek neyînî li navçeya Çêrme ya Çewligê jî kir. Li hin gundan hin xanî zirar dîtine û welatî birîndar bûne.