Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin 2020-06-14 15:53:57   AGIRÎ - Gundê Tewlê yê Giyadîna Agiriyê piştî di ciwanekî de vîrûsa corona hat dîtin, eskeran gund di 12'ê Hezîranê de dorpêç kirin û xistin qerantînayê. Gund ji ber 3 rojin di dorpêçê de ye û ketin û derketin qedexe ye, welatî nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.    Gundê Tewlê yê Navçeya Giyadîn a Agirî 3 rojin  di qerantînayê de. Piştî di ciwanê bi navê Î.Y. ku çû Îzmirê û li Îzmirê şewba vîrûsê bi wîre hat dîtin, bi agahdarkirina bijîşkan Qeymeqamê Giyadînê biryar da ku Gundê Tewlê têxin qerantînayê. Piştî biryara qeymeqam ji roja 12'ê Tîrmehê de gundê Tewlê 3 rojin di dorpêça eskeran de ye û ketin û derketin qedexe ye. Keyayê Tewlê yê berê Mehmet Karakuş anî ziman ku gundê wan 3 rojin di dorpêça eskeran de ye û wiha got: "Nifûsa gundê me nêzî 700 welatî ye. Nêzî 83 li gund hene. Gund 3 rojin di qerantînayê de ye. Welatî nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin. Welatî gelek zor û zahmetiyan dijîn."