Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin 2020-06-14 15:40:49   AMED - 27 rêxistinên civakî yên Amedê têkildarî belavbûna vîrûsa corona hişyarî kirin û xwestin li paqijî, temasa fîzîkî baldar bin û bêyî rûpoşê dernekevin derve.    Di rojên dawî de vîrûsa corona dîsa belav dibe. Têkildarî rewşa dawî ya vîrûsa corona 27 rêxistinên civakî yên Amedê daxuyaniyek hevpar dan. Rêxistinan anî ziman ku nexweşî belav bibe dê binesaziya bajar têkeve zahmetiyê û xwest welatî bi baldarî tev bigerin. Rêxistinan anîn ziman ku bi rewşa asayîbûnê ve nexweşî dîsa zêde bû û ev yek wan dixe nava fikaran. 27 rêxistinên civakî ku ji sendîka, ode, komele yên ked, hiqûq û tenduristiyê pêk tên hişyarî kirin û xwest welatî bi baldarî tev bigerin. Rêxistinan ev hişyarî kirin:    “* Li paqijiya şexsî baldar bin.    * Di vê pêvajoyê de neçin cihê komî yên wekî dawet, ziyaretên malan, şahî û şînan.  * Heta hûn ne mecbûr bin dernekevin derve.  * Her ku hûn bi mirovan re ketin temasê maskê têxin devê xwe.    * Li temasa fîzîkî baldar bin. Nêzî nev nesekinin. Herî kêm 2 metre dûrî hev bin.    * Bê maske dernekevin derve. Destê xwe bi sabûnê bişon.    Em ji bîr nekin em vê pêvajoya dijwar dikarin bi hevre û bi piştevaniya civakî derbas bikin.    Baroya Amedê, Odeya Tabîban, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Hekîmên Diranan, Odeya Bazirganiyê, Platforma Şaxan a KESK'ê, Koordînasyona  TMMOB'ê, Komeleya Jinên Kar, Borsa Bazirganiyê, Odeya Esnafan, Muhasebevanên Serbest Mûşevîran, Odeya Çandiniyê, Federasyona Komeleyên Karsazan, Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganiyê, MUSİAD, TOBB, Komeleya Karsazên Jin, Pîşesaziya Organîze, TUMSÎAD, Komeleya Karkarên Tekstil û pişesaziyê, Komeleya Mermer, HAKSİAD Komeleya Karsazên Ciwan.