Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-06-14 13:54:36   MANÎSA - Hevseroka SES’ê ya Manîsayê Fîgen Pehlîvan, diyar kir ku ji ber pêvajoya normalbûnê li bajêr hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêde bûn û li navçeya Tûrgûtlû jî 15 xebatkerên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Manîsayê Fîgen Pehlîvan, diyar kir ku serlêdanên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ên ji bo Merkezefendî, Akhîsar û Nexweşxaneya Dewletê ya Tûrgûtlû zêde bûn. Pehlîvan anî ziman ku ji ber pêvajoya normalbûnê li bajêr hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêde bûne û li navçeya Tûrgûtlû jî 15 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketin.    Pehlîvan, da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê yên di vê pêvajoya şewbê de têkoşîn dan, hem bi awayekê fîzîkî û hem jî derûnî pir westiyane. Pehlîvan, dest nîşan kir ku di pêla duyemîn de wê ev xebatkar pir zorî û zehmetiyan bikêşin.