Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir 2020-06-14 11:57:43   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku fezleke derbarê wî de amade kirine gilî kir.    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû fezlekeyên bi boneya destnedayîna wî were rakirin hatin amadekirin veguhezand darazê. Serdozgerê Komarê ya Enqereyê Hamza Yokûş derbarê Gergerlîoglû de 3 fezeleke amade kiriye ku destnedayîna wî were rakirin. Gergerlîoglû derbarê dozger Yokûş de daxwaznameya gilîkirinê da Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) û xwest derbarê dozger de lêpirsîna edlî û îdarî were destpêkirin.    Dozgeriyê twîtên Gergerlîoglû yên derbarê Girtîgeha Sîncana Enqereyê de kiriye hêcet û bi angaşta "di nava xelkê de rê li ber tirsê vekiriye û gef xwariye" du fezleke amade kiriye. Gergerlîoglû anî ziman ku fezlekeyên hatine amadekirin pêkenok in û li dijî hiqûqê ye.