Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin 2020-06-14 09:02:44 EDENE - Kampanyaya jinên HDP'ê ya bi dirûşmeya "Têkoşîna jinê li her derî ye" hatibû destpêkirin didome. Jinan xwest jin hemû tev li kampanyayê bibin û ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin.    Meclîsa Jina ya HDP'ê li dijî şidetê, qanûna înfazê, tayinkirina qeyûman, îstismarê bi dirûşmeya "Têkoşîna jinê li her derî ye" kampanyayek dabû destpêkirin. Kampanyaya hatiye destpêkirin bênavber didome. Endama Meclîsa Jina ya Hatayê Seher Cevheroglû, bibîr xist ku kampanya di 10'ê mehê de dest pê kiriye û got, ew û rêxistinên jinan hemûyan dê bên cem hev du, pev rebitêkoşin û çalakiyan li dar bixin. Cevheroglû, anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de ewê li ser medyaya civakiyî der barê tayinkirina qeyûman, qanûna înfazê û şideta li ser jinê daxuyaniyan parve bikin û got: "Di çalakiyên xwe de em ê nîşan bidin ku em li her derî ne."    ‘ÊRÎŞÎ HER TIŞTÎ DIKIN'    Cevheroglû, destnîşan kir ku ew ê di vê pêvajoyê bêtir bên cem hev du û got: "Çimkî faşîzma AKP-MHP'ê ji 2016'an ve destkeftiyên jinan tune dike. Şewb jî ji bo vê bû keys. Çi tiştên ku xeta me ya mor be êrîşî wan dike. Ev mesele tenê ne ya jinên herêmekê ye, meseleya gelên Tirkiyeyê hemûya ye. Em ê li ser medyaya civakiyî, çalakiyên hayjixwebûnê, daxuyanî, xeleka mor hwd. li dar bixin. Wekî her carê em ê niha jî bi têkoşînê bên cem hev û hêzê li hêza hev zêde bikin. Nîviyê nifûsê jin in, em jiyan bi xwe ne. Li malê, li kuçeyan, di siyasetê de em ê tim û tim xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bijî piştevaniya jinê."   Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Edeneyê Saniye Seçgîn, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ew ê li bajêr hin çalakiyan li dar bixin. Seçgîn, anî ziman ku bi taybetî di demên dawî de êrîşên li ser jinan zêdetir bûne û got, di pêvajoya pandemiyê de êrîşênli ser destkeftiyên jinan zêde bûne. Seçgîn, bilêv kir ku li dijî qeyûman, îstismar, qanûna înfazê û şideta her diçe zêdetir dibe ew ê dakevin kuçeyan bitêkoşin û got: "Jin pev re bihêz in. Heger em pev re bitêkoşin em ê karibin pêşî li êrîşan bigirin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku dakevin kuçeyan, bitêkoşin."    ÊRÎŞ ZÊDE BÛNE   Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Songul Şarkli jî anî ziman ku wan Meclîsa Jina a HDP'a Antalyayê di 10'ê Hezîranê de kampanya dane destpêkirin û got, di pêvajoya pandemiyê de şideta li ser jinê zêdetir bûye. Şarkli, bilêv kir ku ew ê bi vê kampanyayê re li dijî şidet, xespkirin û cihêkariyê bitêkoşin û terka kuçeyan nekin.    'EM Ê BITÊKOŞIN'    Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer jî destnîşan kir ku li her derî ew ê qanûna înfazê, îstismarê, qeyûman û êrîşên li ser destkeftiyên jinan teşhîr bikin. Şofer, anî ziman ku jin bi hezaran sal e li dijî kedxwarî û newekheviyê şer dike û got: "Lê hê jî jin tên kuştin û şidet zêde dibe. Lê li hemberî vê muqawemeta jinê jî zêde dibe. Êrîşên li ser jina bêyî ku guh bide hêla siyasî û çandî ya kesan êrîşine li ser hemû jina ne. Ev êrîş li ser me tevan tên kirin. Muqawemeta têkoşînê jî a me hemûya ye. Wê jin ne bi jinantî li gor hiqûqa jinbûnê bitêkoşin."