Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest! 2020-06-14 09:02:26 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû Mûrat Beşîkçî, 54 hezar TL alîkariya ku şaredariyê dabû Amedsporê ji endamên meclîsa şaredariyê xwest.    Meclîsa Şaredariya Yenîşehîr a Amedê di 5'ê Tebaxa 2019'an de biryar girt ku di çarçoveya qanûna 5393 ya şaredariyan de şaredarî 54 hezar TL alîkariya Amedsporê bike. Piştî vê biryarê di 13'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin. Qeymeqamê navçeyê qeyûm Mûrat Beşîkçî piştî hat tayinkirin meclîsa şaredariyê fesix kir û endamên meclîsa şaredariyê ji 13'ê Mijdarê pêvtir nikaribûn biçin şaredariyê.    Qeyûm Beşîkçî, bi hinceta alîkariya hatiye kirin cemawerî xisirandiye perê hatiye dayin ji endamên meclîsa şaredariyê xwest û ji bo vê teblîxat ji wan re şand.    ‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN    Endamên meclîsa şaredariyê jî îtiraz kirin. Endama meclîsê Ronda Bat, anî ziman ku şaredariya bi vîna gel bi dest ketibû hatiye xespkirin û got: "Niha jî alîkariyên ku me kirine di bin navê 'cemawerî xisiriye' de wekî deyn ji me dixwazin. Qeyûm wekî ku rewa be tev digere û ji bo bo biryarên me dibêje li dijî mewzûatê ye. Çawa me ev xespkirin qebûl nekir em ê biryarên wî jî qebûl nekin. Em li pişta biryarên xwe ne."    MA / Lezgîn Akdenîz