Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin! 2020-06-14 08:54:34   ŞIRNEX – Desteya Hifzissihha ya Şirnexê, berî meşa HDP’ê ya li Enqerê dest pê bike, ketin û derketina bajêr qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê, berî meşa Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya ji Colemêrgê û Edîrnê dest pê bike, heya 15 rojan hemû çalakiyên li bajêr bên lidarxistin qedexe kirin. Desteya Hifzissihha ya Şirnêxê jî duh birayara qedexeyê girt û şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) weke hincet nîşan da.    Heman biryar duh ji bo Colemêrg, Wan û Tekîrdagê jî, hatibûn dayîn.