Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine 2020-06-13 20:43:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 14 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine û 14 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 176 hezar û 677 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 792.