Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an 2020-06-13 16:19:39   MERSîN - Li Mersînê, di serdegirtina malan de 5 kesên din jî hatin binçavkirin. Li bajar, ji 9’ê Hezîranê ve hejmara kesên ku bi serdegirtinên malan tên binçavkirin, derket 11’an.   Li Mersînê, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve tê meşandin de polisan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan welatiyên bi navê Ramazan Arslan, Celal Arslan, Bedran Etîz, Hebat Sayin û Helat Sayin bi derpkirinê binçav kirin. Sedema binçavkirina her pênç kesên ku hatin binçavkirin nehat hînkirin   Di 9’ê Hezîranê de jî di serdegirtinên qirkirina siyasî de Alî Bîlen, Hebûn Yuksekdag, Dîlan Demîr, Cejna Sarûhan, Sohbet Aslan a astengdar û ducanî û Îlhan Yukkolê ji sedî 73 astengdar jî hatibûn binçavkirin.